HPG’ê: Li qada Şikefta Birîndaran helîkoptereke Skorksy hate xistin

HPG’ê ragihand ku helîkoptereke artêşa Tirk dema hewl da li Qada Şikefta Birîndaran leşkeran deyne, bû armanca lêdana gerîlla. Di encamê de helîkopter ket xwarê û leşkerên tê de hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîllayên wan li herêma Zapê derbên giran li artêşa Tirk dane.

Têkildarî encama çalakiyan jî navendê ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Zapê

24’ê Tîrmehê helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk hewl dan li Qada Şikefta Birîndaran leşkeran deynin.

Gerîlla ji nêz ve bi bandor li helîkopteran dan.

Di encamê de agir girte Helîkoptereke Skorsky û li Qada Şikefta Birîndaran ket xwarê û leşkerên tê de hatin kuştin.

Heman rojê li Qada Kokerê, hêzên dagirker bûn armanca tîmên gerîlla ên gerok.

Di çalakiyê de gerîlla bersiveke dijwar dan leşkerên artêşa Tirk û ji ber vê neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li Qada Karker jî 24’ê Tîrmehê helîkopterên artêşa Tirk hewl dan herêmê bombebaran bikin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla nekarîn û neçar man ji qadê dûr bikevin.

  • Li herêma Metîna

24’ê Tîrmehê, hêzên artêşa Tirk hewl dan xwe nêzî çeperên şer ên Qada Girê Amediyê bikin.

Gerîlla bi rêbaza sabotajê li wan dan û pêşdehatina wan astengkirin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarê êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

Artêşa dagirker a nikare berxwedana gerîlla têk bibe, di nava 48’ê saetên dawî de,

9 caran bi balafirên şer û 22 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombebaran kir.

Back to top button