Tecrîda li Ser Rêber Ocalan..Newroz Ûysal: Ev 3 sal in parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin

Parêzera Rêberê Apo Newroz Ûysal tecrîda li ser Rêber Ocalan li Îmraliyê tê meşandin weke êşkence bi nav kir û tekez kir ew dijî zagonên navnewetweyî ne. Newroz Ûysal diyar kir bi xwedîderketin û çalakiyên mezin dijî tecrîdê, wê karibin agahî ji Rêber Ocalan bistînin.

Parêzer Newroz Ûysal têkildarî rewşa dawî ya tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan ji ajansa Rojnews’ê axivî.

Newroz Ûysal diyar kir ji roja destpêkê heta niha, bi awayekî derqanûnî nêzî birêz Ocalan dibin û got, “Di nava 11 salan de wek parêzer tenê me 5 caran hevdîtin pêk anîne û ev 3 sal in parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê hevdîtinek kurt bi malbatê re çêbû.

Ji wê demê heta niha ti agahî ji birêz Ocalan nayê girtin.”

Newroz Ûysal: Ji 2018’an heta niha 10 car in cezayên disîplînê li Rêber Ocalan hatiye birîn

Newroz Ûysal derbarê cezayên displînê yên li ser Rêber Ocalan tên birîn wiha got: “Ji 2018’an heta niha 10 care cezayên disîplînê li birêz Ocalan hatiye birîn.

Newroz Ûysal: Hemû dezgehên mafên mirovan li dijî pergala êşkencê ya li Îmraliyê bêdeng in

Dema ku cezayên disîplînê li birêz Ocalan didbirîn û şûnde, nû agahî didin me, ji ber ku dem derbas dibe em nikarin îtiraz bikin.”

Newroz Ûysal pergala li Îmraliyê jî weke pergala êşkence bi nav kir û wiha dewam kir:

“Pergala Îmraliyê dijî zagonên Tirkiye û navnetewî ye.

Ti mînakên van kiryarên ser birêz Ocalan di dîrokê de nînin.

Hemû dezgehên mafên mirovan ji bo pergala êşkencê ya li Îmraliyê bêdeng dibin.”

Newroz Ûysal: Pêşîgirtina li hevdîtina bi birêz Ocalan re, pêşîgirtina li çareseriyê ye

Newroz Ûysal da zanîn ku cîhan bi tevahî bi bêdengiya xwe tevlî pergala tecrîd û êşkencê dibin û dixwazin bi rêya êşkence û tecrîdê kiryarên xwe li ser birêz Ocalan û gelê Kurd bidin ferzkirin û wiha got:

“Pêşîgirtina li hevdîtina bi birêz Ocalan re, pêşîgirtina çareseriyê ye.

Ger tecrîd bê şikandin wê aramî bê Tirkiyê û pirsgirêka Kurd çareser bibe.”

Newroz Ûysal: Bi xwedîderketin û bertek nîşandanan, em dikarin agahî ji birêz Ocalan bistînin

Newroz Ûysal bal kişand li ser xebatên parêzerên Rêber Ocalan ji bo rakirina tecrîd û şikandina pergala êşkenceyê û got: Di warê zagonî hem hindir û hem jî ji derve de me gelek xebatên berfireh pêk anîne.

Em sê heyvan carekê raporên xwe bi CPT re parve dikin, lê tevî wê jî gelek caran li gor xwestekên Tirkan tevdigerin.”

Parêzera Rêber Ocalan, Newroz Ûysal herî dawî ev tişt anîn ziman; “Ji 2015’an heta niha hevdîtinên hatine pêk anîn hemû jî ji ber rewşên awarte bû.

Hemû hevdîtin bi saya bertekên mezin û çalakiyên gireva birçîbûnê hatine pêkanîn.

Bi xwedîderketin û bertek nîşandanan, em dikarin agahî ji birêz Ocalan bistînin.”

Back to top button