LAVROV Û PEDERSON LI SER “KOMÎTEYA DESTÛRΔ LI HEV KIRIN

Serdana nûnerê navnetewî yê aloziya Sûrî Geer Pederson li Rûsyayê bi dawî bû.

Pederson di serdana xwe de, danûstandin bi wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov re kir.

Herdu rayedaran li ser girîngiya despêkirina Komîteya Destûrî di demeke nêz de, li hev kirin.

Ji bo ku rêjîma Sûrî helwestên xwe di vê der barê de nerm bike, Mosko fişar lê kir.

Tê payîn wê naveroka helwesta rêjîmê di serdana Pederson ya Şamê de zelal bibe.

Hat zanîn ku Lavrov ji Pederson re gotiye sererastkirina destûrî têvedanê dide prosesa siyasî jî.

Lê hema Pederson li ser pêkanîna biryarên navdewletî yên têkildarî aloziya Sûrî teqez kiriye.

Leave a Reply

Back to top button