Li gelek deveran li dijî êrişên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin

Gelên herêmê li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne..
Îro jî li gelek deveran çalakî hebûn û banga hisabxwestina ji dewleta Tirk û girtina qada esmanî ya bakur û rojhilatê Sûriyê hat kirin.

Li herêmê çalakiyên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiya Zaxo ya li başûrê kurdistanê dewam dikin.

Meclisa Navçeya Holê li ser êrişên dewleta Tirk ên dijî gelê Sûrî û Iraqê her wiha tecrîda li ser rêber Ocalan daxuyaniyek da..

Meclisê tecrîda li ser Rêber APO bi tundî şermezarkir û diyar kir ku zêdekirina tecrîdê li ser Rêver APO berdewamiya polîtîkayên qirkirinê ên dewleta Tirk ê li dijî gelên azadî xwaze.

Meclisê ji dewletên cîhanê xwest ku dewleta Tirk li ser êriş û komkiyên ku li Sûriyê û Iraqê pêk tîne, darzanin..

Meclisê di dawiyê de bang li gelê Iraq û Sûriyê kir ku bi hev re dargirkeran ji xaka xwe derxînin û destnîşan kir bi berxwedan û tekoşînê ew ê azadiya Rêber APo misoger bikin.

Li navçeya Til Temirê Tevgera Ciwanên Pêşverû Suryan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşeke li dar xistin..

Meşê ji çerxereya şehîd dest pê kir û li çerxereya Qendîl veguherî mêtingê.

Li wir hevseroka Tevgera Ciwanên Pêşverû Suryan Meryana Îsa daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezarkir..

Meryana teqez kir ku ew ê li kêleka QSD’ê bin û bi hev re xaka xwe biparêzin..

Di dawiyê de, Meryana Îsa bang li hêzên cîhanî kirin ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk bertek nîşan bidin.

Li navçeya Tirbespiyê 9 partî û rêxistinên civakî ji bo girtina qada esmanî li pêşberî balafirên şer ên dewleta Tirk daxiyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bang li koalîsyona navnetewî hat kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi erka xwe rabe.

Li Minbicê jî Kongra Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan çalakiya konvedanê li dar xist..

Bi dehan oldar û melayên mizgeftan ên bajêr û gundewarên wê her wiha endam û nûnerên sazî û meclisên Rêveberiyê amede bûn.

Di çalakiyê de kesên ku axivîn sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û banga qedexekirina qada ezmanî ya herêmê hat kirin.

Back to top button