SILÊMAN DERWÎŞ: EM QEBÛL NAKIN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI CIHEKÎ DIN WERIN DARIZANDIN

Têkildarî avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê û yek ji rûspiyên eşîra Cibûr, Silêman Derwîş axivî.

Silêman Derwîş got:

Avakirina dadgehek navdewletî ji bo çeteyên DAIŞ’ê ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê qebûlkirin.

Me ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi hezaran şehîd dane û bi 10 hezaran jî birîndar bûne.

Di destê gelê Bakurê Sûriyê de delîlên sûcên DAIŞ’ê hene, têrê dike ku werin darizandin.

Derwîş derbarê dîwarê parçekirinê yê ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê lêdike, wiha got:

Armanca Tirkiyê ji lêkirina dîwarê li Efrînê parçekirina wê ji xaka Sûriyê ye.

Leave a Reply

Back to top button