Ji 27’ê Gulanê ve artêşa tirk a dagirker bi awayekî berfireh xaka başûrê kurdistanê daye pêşiya xwe û dixwaze dagir bike.
Li dijî dagirkeriyê jî gerîlayên HPG û YJA Starê tevî xelkê başûrê kurdistanê di nava berxwedaniyê de ne.
Bi çalakiyên gerîla û bertekên li başûrê kurdistanê derbên xurt li artêşa tirk a dagirker hatine xistin.
Herî dawî di encama şerê dijwar yê li herêmên parastina Mediya yê de 10 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.
Çalakiyên gêrîlayên HPG û YJA-Starê yên dijî dagirkerêyê bê navber didome.
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Başurê Kurdistanê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker rêzeçalakî pêk anîn.
5’ê Tirmehê gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li herêma Hergol a Zapê, Tepêbay a Çarçella û Girê Şehîd Sarya ya Xakûrkê rêze çalakî li dar xist.
Di çalakiyan de herî kêm 10 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Têkildarî çalakiyan tê payîn ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyekê bide.