Piştî Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî daxuyaniyek da û dest nîşan kir ku gefxwarina opozisyonê wergera helwest û siyaseta dewleta Tirk li herêmê ye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi rêya daxuyaniyekê bersiva daxuyaniya opozisyonê ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe, da.
Rêveberiya Xweser dest nîşan dike ku zimanê gefxwarinê ku opozisyon li dijî herêmê bikar tîne, wergera helwest û siyaseta Tirkiyê ye.
Her wiha hewldanên rawatiya dagirkeriya Tirkiyê ye û wê herêmê ber bi parçekirinê ve bibe.
Rêveberiya Xweser nêzîkatiyên bi vî awayî şermezar dike û bang kir ku giraniya xebata xwe bidin çareserkirina alozî û ewlehiya herêmê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî dawiyê teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeya misogeriya ber bi îstiqrar û yekbûna Sûriyê di aliyê civakî û demografî ye.