Cûma Înad: Tirkiye berpirsa komkujiya Zaxoyê

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad û Parlementerê Iraqê Soran Omer li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê bertek nîşan dan.
Di nirxandinên wan de berpirs dewleta Tirk hat nîşandan û banga sepandina cezayên giran li dijî TIrkiyê hat kirin.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê hêrsa li dijî dewleta Tirk ji ber komkujiya wê ya li Zaxoyê zêde dibe.

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad di daxuyaniyeke çapemeniyê de behsa komkujiyê û berpirsyariya dewleta Tirk kir û der barê wê de ev got:

“Komkujî bi topên giran ên 155 mm hatiye kirin.

Ev çekên giran di destê PKK’ê de tune ne.

Tirkiyê ev êriş kiriye û ji komkujiyê ew berpirs e.”

Cûma Înad piştrast kir ku berdêla wê çi dibe bila bibe, ew ê destûrê nedin ku mafên qurbanan were binpêkirin.

Parlamenter Soran: Wê raporek radestî Konseya Ewlekariyê were kirin

Parlementerê Iraqê Soran Omer der barê komkujiyê de anî ziman Komisyona ewlehî û parastinê li gel komisyona peywendiyên derve ya parlementoya Iraqê civiya û ev got:

“Li wir pêşniyar û raporên taybet pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Iraqê hatin kirin.

Di raporan de behsa êriş, destdirêjiyên Tirkiye û bikaranîna wê ji çekên kimyawî re dike.

Wê ev rapor îro radestî Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî were kirin.”

Azad Colî: Bi rêya girtina deriyên sînorî wê zext li Tirkiyê were kirin

Çavdêrê Siyasî Azad Colî jî dibêje Iraq bi rêya girtina deriyên sînorî û gilîkirina li NY’ê dikare sizayên giran li dijî Tirkiyê bibire.

Şêniyên Seyidsadiq: Ne ji hevkariyê ba wê Tirkiye nikarîba êriş bike

Welatiyên navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê jî dibêjin:

”Ger hevkariya Tirkiyê neyê kirin, wê nikaribe êriş bike.”

Back to top button