Dolarekî Amerîkî li pêşberî TL gihişt asta herî bilind

Rejîma faşîst ya Tirkiyê ji ber polîtîkayên xwe yên hindirîn û derve, welat ji hev xistiye.
Krîza aborî ya li Tirkiyê vegeriyaye 24 salên beriya niha.
Ji ber krîza heyî roj bi roj lîreyê Tirkî li pêşberî pereyê biyanî nirxê xwe winda dike.
Dolarekî Amerîkî gihişt 17,88 lîreyê Tirkî.

Lîreyê Tirkî li pêşberî dolarê Amerîkî ji despêka salê ve gihişt asta herî bênirxiyê.

Dolar ji saetên siharê ve, bi 17,85 TL dest bi kirînê kir.

Bi derbasbûna demê re ev yek gihişt asta 17,88 TL yî.

Li gorî nûçeya Reutersê, lîreyê Tirk di vê mehê de %6,3 nirxê xwe winda kiriye.

Banka Navendî roja Pêncşemê li Enqereyê rapora Enflasyonê ya sêyem a salê eşkere dike.

Banka Navendî di Rapora Enflasyonê ya 2yemîn a salê da daxuyand ku pêşbîniya enflasyonê ya dawiya sala 2022’an ji sedî 23,2 derketiye ji sedî 42,8’an.

Aborînas jî dibêjin, bênirxbûna Tl li pêşberî dolar jimara hejariya li nava welat zêde dike.

Bêkarî û zextên rejîma heyî li nava Tirkiyê bûye sedema hilweşîna di rewşa civakê de.

Back to top button