Papa Francis bo xwecihiyên Kanada: Ji ber binpêkirinên li dêrên xwecihiyan pêk hatî ez lêborîn dixwazim

Dema derbasbûyî li Dêra Katolîk a xwecihî yên Kanadayê, tundiya fîzîkî û îstîsmara zayendî li dijî wan pêk hatibû.
Papa Francis bi vê rojevê berê xwe da Kanada.
Papa li wir, ji ber bûyerên dema derbasbûyî pêk hatî lêborîn xwest.

Papa Francîs di çarçoveya serdana xwe ya ku wek heca tobekirinê bi nav kirî de berê xwe da Kanada.

Li wir bi xwecihên ku li dibistanên şevînî yên Dêra Katolîk de rastî şîdeta fizîkî û îstîsmara zayendî li wan hatiye kirin, civiya.

Rawestgeha despêkê ya serdana Papa li dibistanekî eyaleta Alberta bû.

Serokwezîr Justin Trudeau û Walî General Mary Simon jî beşdarî çalakiyê bûn.

Papa Francis ji ber rola neyînî ya Dêra Katolîk a di sîstema dibistanên razanê ya Kanadayê de lêborîn xwest û got,

“Ez li vir di nav we de me, ji ber gava yekem di heca tobeyê de ew e ku careke din lêborînê bixwazim û careke din bêje.

Ji we re ku ez pir poşman im.

Papa Francis, êşên ku li hemû civakên xwecî yên li Kanadayê tên hîskirin qebûl kir û ev tişt anî ziman.

“Bizanin ku ez ji êş, trawma û zehmetiyên ku gelên xwecî li her herêmeke vî welatî dijîn haydar im.

Gotinên min ên di vê rêwîtiya tobeyê de ji bo her kesî ne.

Ez we hemûyan bi hezkirin hembêz dikim.”

Lêborîna Papa zêdetirî heft salan piştî Komîsyona Rastî û Lihevanînê bangên xwe yên çalakiyê belav kir, pêk hat.

Li dibistanên mayîna zarokên xwecihî yên 1870 hatin vekirin û herî dawî 1996’an hatin girtin, 150 hezar zarokên xwecihî lê diman.

Ev dibistan ji aliyê Dêra Kotolîk ve dihatin rêvebirin.

Tê texmînkirin ku li van dibistanan navbera 4 hezar û 100 û 6 hezaran de zarokên xwecihî ji ber destdirêjî û bêxwidaniyê mirine.

Back to top button