HPG’ê: Tank û dronek hatin tinekirin, herî kêm 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan ji bi birîanîna qurbaniyên komkujiya Zaxoyê, li hêzên artêşa Tirk dane. Li gorî daneyên HPG’ê, di çalakiyan de 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha tank û dronek jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîllayên wan bi tolhildana şehîdên komkujiya Zaxoyê li hêzên artêşa Tirk dane.

Navendê têkildarî encama çalakiyan jî ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Zapê

25’ê Tîrmehê, dagirkerên li derdora Qada Şikefta Birîndaran bûn armanca tîmên gerok ên gerîlla.

Gerîlla ji 2 milan ve bi ser hêzên artêşa Tirk de girtin.

Di çalakiya pêşî de tankek hat tinekirin û leşkerên tê de hatin kuştin.

Baskê duyemîn jî bi bandor li çeperên artêşa Tirk da û di vê çalakiyê de, herî kêm 5 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li Qada Şehîd Adil droneke artêşa Tirk ji aliyê gerîlla ve hate tinekirin.

26’ê Tîrmehê, dagirkerên li derdora Qada Şehîd Umîd bûn armanca çalakiya sabotajê ya gerîlla.

  • Li herêma Metîna

24’ê Tîrmehê, artêşa Tirk bi helîkopteran hewl da çeperên şer ên qada Girê Hekkarî bombebaran bike.

Di encama destwerdana gerîlla ev hewldan hat astengkirin û helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

Di nava 48 saetên dawî de,

8 caran bi teqemeniyên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer û 17 caran jî bi helîkopterên êrişê, qadên berxwedanê hatin bombebarankirin.

Back to top button