Li Efrînê çeteyan 2 welatî ji navçeya Cindirêsê revandin

Li Efrînê sûc û hovîtiya dagirkeran bê navber dewam dike. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatîyên din ji navçeya Cinidrêsê a Efrîna dagirkirî revandin.

Li gorî malpera Efrîn Post, çeteyên dewleta Tirk bi hincetên xwe yên berê 2 welatî ji gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Navên kesên hatine revandin Mihemed Riyad Xelîl û Ebdo Derwêş e.

Heta niha aqubeta kesên hatine revandin nayê zanîn.

Li gorî navendên belgekirina binpêkirinan, çeteyên dewleta Tirk tenê ji destpêka vê mehê heta niha 56 welatî ji Efrînê revandine.

Back to top button