Kampanyaya Yekrêzî ya Jinan bang li tevahiya jinan kir li dijî êrişan bêdeng nemînin

Li dijî şehîdxistina her sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan, li welat û derveyî welat çalakî û nerazîbûn dewam dikin. Kampanyaya Yekrêzî ya Jinan a dijî Dagirkeriyê û Konferansa Jinan a Cîhanê peyama sersaxiyê weşandin û bang li tevahiya jinan kirin ku li hemberî êrişên dijî jinan bêdeng nemînin.

Nerazîbûnên li dijî êrişa li ser her sê farmandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan, dewam dikin.

Li başûrê Kurdistanê, Kampanyaya Yekrêzî ya Jinan a dijî Dagirkeriyê li Silêmaniyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de bal bal hate kişandin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û hat diyar kirin, dewleta Tirk armanc dike ku tevahî Kurdistanê dagir bike.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinên pêşêng ên Rojavayê Kurdistanê û jî wiha hat gotin; “Ji ber Tirkiye ji têkoşîna jinan ditirse, jinan dike armanc.

Hedefgirtina her 3 jinên dawî ên li Rojavayê Kurdistanê, ispata vê ye.”

Jinan bang li Hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk helwestek cidî bigrin.

Her wiha bang li tevahiya jinên Kurd, Ereb û pêkhateyên din jî hat kirin ku bi hevre li ber dagirkeriyê rabin.

Konferansa Jinan a cihanî peyama sersaxiyê weşand

Konferansa Jinan a Cîhanî jî ji bo Fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama Konferansa Jinan a Cîhanî ev yek hate gotin: “Em salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz dikin.

Di encama têkoşîn û berxwedana jinan de bi awayekî serkeftî DAIŞ li herêmê têk çû.

Lê ji bo vê bedelên mezin hatin dayîn, nêzî 11 hezar şervan şehîd û 21 hezar jî birîndar bûn.

Herî dawî jî Fermandar Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bûn”.

Konferansa Jinan a Cîhanî ji bo şehadeta her sê fermandarên jin sersaxî xwest û soza piştevaniya xwe ya navneteweyî da.

Back to top button