PDK’Ê 20 PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN JI EŞÎRA RÊKANIYAN BINÇAVKIRINÊ

Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka başûrê kurdistanê bê sînor man.

Berpirsên PDK’ê jî kesên ku li dijî dagirkeriyê serî hildide binçav dike.

Herî dawî 20 pêşmergeyên dêrîn ku bi fermana kurdê Mesûd Barzanî, Mistefa Barzanî li Şêladizê û Sîrê hatine binçavkirin.

Kesên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a dagirker derdikevin tên girtin.

Herî dawî bi fermana kurê Mesûd Barzanî, Mistefa Barzanî pêşmergeyên dêrîn yên ku li dijî dagirkeriyê bertek nişan dabûn hatin girtin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, 20 pêşmergeyên dêrîn ku hinek ji wan li ser erka xwe ne, bi fermana berpirsê herêma Barzan ango Mistefa Barzanî li Şêladizê û Sîrê hatin binçavkirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku heya beriya niha bi çend rojan jî agahî ji pêşmergeyan ne dihate girtin, lê beriya çend rojan malbatên wan hatin agahdarkirin ku “ew dibin çavan de ne pirsa wan nekin”.

Tê gotin pêşmergeyên dêrîn ên hatine girtin ji eşîra Rêkaniyanin.

Têkildarî sedema binçavkirina pêşmergeyan ti agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî heman çavkaniyan ji dema şoreş û serhildana Şêladizê, zextên PDK’ê li ser şêniyên ji eşîra Rêkaniyan a li herêma Amediyê zêde bûne û timî asayîş gef û zextan li wan dikin.

Berya demekê di bernameya televîzyoneke PDK’ê de heqaret li eşîra Rêkaniyan hatibû kirin û ji wan re çete hatibû gotin.

Li ser vê yekê Rêkanî jî ser televîzyonê de girtibûn û nerazîbûn nîşan dabûn.

Leave a Reply

Back to top button