Li herêmê li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin

Çalakiyên gelên herêmê ên li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Îro jî li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga darizanina dewleta Tirk û girtina qada ezmanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

Îro jî li herêmê ji bo şermezarkirina êriş û komkujiyên dewleta Tirk çalakî hebûn.

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê der barê êrişên dewleta Tirk û amadekariyên QSD’ê de civînek ji pêkhatetên herêmê re li dar xist.

Bi dehan ji nûnerên pêkhateyên Kurd, Ereb û Ermen yên li bajêrê Hesekê û gelek fermandarên QSD’ê di civînê de amade bûn.

Di civînê de, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û diyar kir ku ew amede ne li dijî dagirkeran bisekirin û xaka xwe biparêzin..

Di dawiya civînê de, daxuyanî hate dayîn û ji aliyê cîgirê Serokê Meclisa Qebîleya El-Cibûr, Ehmed El-Hiwêder hat xwendin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya bi hêzên Sûriya Demokratîk re hate ragihandin û hate diyar kirin ku ewê bi hev re li dijî dagirkeran bisekinin.

Partiya Sûriya Pêşeroj ya Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, komkujiya Zaxo ya li başûrê kurdistanê û komkujiya Cisir Şixor ya li Idlibê ku balafirên şer ên Rus pêk anî, şermezar kir..

Partiyê da zanîn ku ew ê şopdarên rêça şehîdan bin heta ku bigihêjin armancên wan.

Mala Jinan ya navçeya Eyn Îsayê li ser mijarê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir.

Jina bang li dewletên di kar û barên Sûriyê de çalakin, kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re berdin û qada ezmanî ya herêmê bigirin.

Bi sedan ji şêniyên kobanê jî li pêş bargeha Rusan bi xwepêşandanek helwestên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê nîşan dan.

Li Minbicê jî çalakiya konvedanê ya Civaka Îslama Demokratîk ku li dijî êrişan hatebû vedan, di roja 2’an de bi dawî bû.

Beşdarên çalakiyê piştgiriya xwe ya bi hêzên QSD’ê anî ziman û diyar kirin ku divê gelê herêmê li dijî êrişan li ber xwe bidin.

Her wiha bi heman armancê, Komeleya Ronahî ya birîndarên şer a Efînê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê daxuyaniyek hevbeş dan..

Di daxiyanê de, sûc û bipêkirinên dewleta Tirk a dagirker ku li Iraq û Sûriyê dike hate şermezarkirin..

Her wiha bang li hêzên navnetewî hate kirin ku sînorekî ji dewleta Tirk re deynin û qada ezmanî ya herêmê li pêş firîna balafiên şer bigirin.

Back to top button