Kombûna Jinên Zenûbya li Dêra Zorê bi meşekê êriş şermezar kirin

Çalakiyên li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser her sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr û şehadeta wan dewam dikin. Îro jî bi çalakiyan êrişa li ser Jiyan Tolhildan û hevalên wê hat şermezar kirin û soza berdewamkirina têkoşîna wan û pêkanîna armancên wan hate dayîn.

Dewleta Tirk a dagirker roja 22’yê mehê sê fermandarên YPJ’ê kir armanc û di encamê de şerhîd bûn.

Gelê herêmê û bi taybetî jin li dijî vê yekê bi hêrs in.

Kombûna Jinên Zenûbya li kampa Ebû Xeşeb a li Dêra Zorê bi meşekê êrişa ser her sê fermandarên YPJ’ê şermezar kir.

Piştî meş veguherî mêtingê daxuyanî hate dayîn û hate gotin: “Tirkiyê bi van êrişan dixwaze destketiyên gelê herêmê yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin têk bibin.”

Kombûnê bang li hêzên navnetewî kir ku dewleta Tirk bê darezandin û rê li ber van êriş û sûcên hovane bigrin.

Rêxistinên jinan li pêşiya avahiya “NY” a Qamişlo daxuyanî dan

Li Qamişlo jî 56 rêxistin, tevger û partiyên jin ên li Rojava li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbuyî nameyek xwendin û radestî wan kirin.

Rêxistinan diyar kir ku dewleta Tirk di demên dawî de êrişên xwe li ser herêmê gurtir kiriye û hat diyarkirin ev êrişên ku tên kirin bi armanca dagirkirina hemû axa herêmê ye.

Rêxistinan da zanîn ku Tirkiyê bi zanebûn jinên pêşeng dike armanc û wiha hat gotin: “Dixwazin têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê lewaz bikin.

Heman demê pêşî li çareseriya demokratîk a ku jin pêşengiyê jê re dikin, bigirin. ”

Beşdarên daxuyaniyê jî diyar kirin dê her li ser piyan bin û parastina axa xwe bikin.

Back to top button