MARGOT WALLSTROM: DIVÊ CÎHAN TÊKOŞÎNA BÊHEMPA YA KURDAN LI DIJÎ DAIŞ’Ê NAS BIKE

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallström der barê siyaseta Swêdê ya derve de axivî.

Margot Wallström diyar kir ku wan ji bo avakirina dadgeheke navdewletî biryar standine û got:

Divê cîhan têkoşîna Kurdan li dijî DAIŞ’ê nas bike û pêwiste em di vê rewşê de alîkarî û piştgiriyê bidine kurdan.

Îro wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström hevdîtinek bi çapemeniyê re kir û bersiva pirsên li ser siyaseta derve ya Swêdê da.

Margot Wallström der barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de wiha got:

Têkiliyên me bi kurdan re hene û divê dinya rol û têkoşîna bêhempa a kurdan, nemaze di şerê DAIŞ’ê de nas bike.

Pêwiste em di vê rewşê de alîkarî û piştgiriyê bidine kurdan.

MARGOT WALLSTROM: ME BIRYAR STANDIYE KU DADGEHEKE NAVDEWLETÎ JI BO DARIZANDINA DAIŞ’Ê WERE AVAKIRIN

Wallström bal kişand ser dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê û diyar kir ku Swêd ji aliyê xwe ve biryar standiye ku dadgeheke navneteweyî were danîn da ku girtiyên DAIŞ’ê li wir werin darizandin.

Li ser pêvajoya avakirina dadgeheke bi vî rengî Wallström da xuyakirin ku gelek dewlet bi germî nêzîk dibin, lê gelek astengiyên hiqûqî û siyasî hene û ev tişt anî ziman:

Dadgeha navdewletî li Iraqê ne pêkan e ji ber ku cezaya bidarvekirinê li vî welatî heye.

Divê were dîtin bê derfet çiqas hene ku dadgeheke navneteweyî li bakurê Sûriyê were avakirin.

Di 18’ê Hezîranê de şandeyeke fermî ji Swêdê serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî kiribû.

Şandeyê di serdana xwe de li ser pêşinyara Rêveberiya Xweser a avakirina dadgeheke navdewletî li herêmê ji bo dadgehkrina çeteyên DAIŞ’ê tekez kiribû û piştgiriya xwe dest nîşan kiribû.

Leave a Reply

Back to top button