Dagirkeran êrişî Til Rifatê kir di encamê de 6 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk her ku diçe êrişên xwe li ser herêmê zêde dike.
Duh bi dijwarî derdora navçeya Til Rifatê, gundên Şehba, Şera û Şêrewa yên Efrînê topbaran kirin.
Di encama êrişa li ser Til Rifatê 6 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk bi dijwarî derdora navçeya Til Rifatê topbaran kir.

Di encama topbaranê de 6 kes birîndar bûn û navê wan jî wiha ne:

  • Fehîme Reşo ya 22 salî.
  • Kewser Mistefa ya 17 salî.
  • Lemya Hesen ya 41 salî.
  • Roxaş Reşo yê 15 salî.
  • Etriyê Mihemed şûbek ya 20 salî
  • Sewsen Siphî Mustafa ya 14 salî ye.

Her wiha 9 gundên navçeya Şehba û 5 gundên Şera hatin topbarn kirin.

Heman dagirkerî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa jî topbarankir.

Di heman demê de gundê Kawkilî yê Babê yê dagirkirî bû hedefa êrişan.

Back to top button