Vê sibehê ji bo bîranîna şehîdên teqînê, malbatên wan deqeyeke rêzgirtin li taxa Xerbî ya Qamişloyê rawetiyan.
Xizmên şehîdan wêneyên qurbanên teqînê xistin destê xwe û li cihê bûyerê rawetiyan.
Di vê merasîma bîranînê de, hinek zarokan wêneyên bavê xwe hilda bûn û hin dê û bavan wêneyên zarokên xwe xistibûn destê xwe de.
Îro 6 sal derbas dibin, lê her roja 27’ê Tîrmehê careke din ew birîn nû dibe û kêlî tê bîra her kesî.