​​​​​​​Bîlançoya sê rojan a êrişên li ser Zirgan û Til Temirê

Dewleta tirk a dagirker 3 sê rojan de 458 guleyên obîs û hawan avît Til Temir û Zirganê.
Di van êrişan de welatiyek şehîd 9 sivîl û 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî birîndar jî birîndar bûn.
31 gund ji ber êrişan xirabûn û xeta kehrebêya tiltemirê ji xizmetê derket.

Roj bi roj êriş li ser herêmê dijwartir dibin.

Taybet derdora Til Temir û Zirganê, dema dawî rastî êrişên dijwar tên.

Di nava sê rojan de, van êrişan li dijî van her du deveran ziyaneke mezin çêkir.

Di van êrişan de Artêşa dagirker yekser cihê sivîlan kirin armanc.

Di encamê de welatiyek şehîd û 9 jî birîndar bûn.

Di nava wan de jin û zarok jî hebûn.

Ji bilî van qurbanan, mal û milkên xelkê jî ziyaneke mezin dît.

Di 72 seetan de 31 gund hatin topbarankirin.

Ji wan jî gundê Micebera yê Til Temirê bû.

Li vî gundî artêşa Tirk bi topên xwe malên xelkê bi erdê re kirin yek.

Di van êrişan de navenda navçeya Til Temir jî hat topbarankirin.

Bi giştî artêşa Tirk bi 458 guleyên obîsan gundên Til Temir û Zirganê kirin armanc.

Dewleta Tirk bi van deveran sînordar nema, weke hertim berê topên xwe da stasyona kehrebeyê ya Til Temirê jî.

Di encamê de her du xetên kehrebeyê 66 û 20 ji xizmetê derketin.

Di van êrişên sê rojan de û di encama bersivdayînê de, li gundê Um El-Kêf 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî birîndar bûn.

Her wih leşkerekî hêzên hikumeta Şamê jî li gundê Esediyê jiyana xwe ji dest da.

Bi van êrişan dewleta Tirk, ji cotmeha sala 2019’an ve 3 hezar carî lihevkirina agirbestê bin pê kiriye û hîna jî binpêkirin dewam dike.

Back to top button