Şêx Sabit Cewher: Tirkiyê li ser welatên cîran bi giştî xeter e

Piştî komkujiya dewleta Tirk a qirker a li Zaxo ya Başûrê Kurdistanê, pêk hat. gelek eşîran ne razîbûn nîşan dan.
Ji wan, eşîrên Ereb ên Reqa, Tebqa û Dêrazorê êriş şermezar kirin.
Her wiha ji şêx û rûspiyên eşîrên Iraqê xwestin ku li hember êrişan û ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyê û Iraqê bibin yek.

Bi yekdengî, rûspî û şerokeşîên herêmê, li dijî komkujî, gef û êrişên dewleta Tirk derdikevin.

Ew eşkere piştgirya xwe ya bi QSD’ê re nîşan didin û peyama berxwedana li hember dagirkeran didin.

Nûnerê êla Şerabîn li Sûriyê, Sabit Cewher komkujiya li Zaxoyê şermezar kir û piştgiriya xwe ya bi gelê Iraqê re anî ziman.

Sabit piştrast kir ku dewleta Tirk ne tenê li ser Iraq û Sûriyê, li ser hemû dewletên cîran xeter e, ji ber bûye baregeha terorê ya bingehîn.

Nûnerê êla Şerabî li Sûriyê Sabit Cewher tekez kir ew xwediyê vê xakê ne û bi hemû derfet û hêzên xwe ew ê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Rûspiyên Tebqayê: Divê êl bibin yek û dagirkeriya Tirk ji Sûriyê û Iraqê derxin

Şêxê eşîra El-Welde, Hamid El-Ferec jî diyar kir ku armanca Dewleta Tirk eşkere ye, ew dixwaze qada dagirkeriya xwe berfireh bike û projeya Osmaniya nû pêk bîne.

El-Ferec behsa êrişên li dijî herêmê jî kir û teqez kir ku divê hêzên garantor yên herêmê dest li van êrişan werdin û rawestînin.

Her wiha qada ezmanî li ber balafirên dewleta Tirk bigirn.

Şêxê êla El-Wehb, Cemal El-Nahtîr jî bal kişand li ser pirsgirêkên di hundirê Tirkiyê de û da zanîn bi van êrişan dewleta Tirk dixwaze pirsgirêkên xwe veşêre.

Cemal El-Nahtîr, berbirsyariya êriş û komkujiyên ku Tirkiyê pêk tîne, rêxistinên navneteweyî û NY dît.

Dawiyê, şêx Cemal El-Nahtîr ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Sûrî û Iraqê, bang li hemû êlên Ereb ên li Sûrî û Iraqê kir ku bibin yek.

Back to top button