Li Haîtî..encamê şerê komên çete di nava 10 rojan de 209 kes hatin kuştin

Li Haîtî şerê komên çete rê li ber encameke kambax vekir.
Di nava 10 rojan de li paytext Port-au-Prince (Por-o Prens)herî kêm 209 kes hatin kuştin.
Ji ber bûyerên tûndiyê li welat pirsgirêkên av û xwarinê zêde bûne.

Haîtî ku bi tûndiya komên çete tê naskirin, rojên dawî şahîdî ji şerên dijwar re kir.

Bi taybet jî li paytext Port-au-Prince.

Ji ber êrişa çeteyan û destwerdana hêzên hukûmet şerên dijwar rû dan.

Li gorî daneyên fermî tenê di nava 10 rojan de herî kêm 209 kes hatin kuştin.

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî eşkere kirin ku di bûyeran de 254 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, bêtirî nîvê kuştî û birîndaran ji xelkê sivîl in û ti pêwendiya wan bi çeteyan re tine ye.

Tûndiya komên çete ne tenê kuştin, her wiha rê li ber aloziyeke mezin a mirovî jî vekir.

Lewma bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûne.

Gelek avahî hatin rûxandin.

Û li welat pirsgirêka peydakirina av û xwarinê di asteke bilind de ye.

Di bin çavê destwerdana lezgîn û çareserkirina aloziyan de, saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ketin nava tevgerê.

Back to top button