
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna Rûsya ya bê bandor a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê red dike.
Hemîd El-Ebid anî ziman gel ji hebûna Rûsya û helwesta wê ya bêbandor a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bi hêrs e û red dike.
Hemîd El-Ebid dibêje:
“Gel gihaştiye wê qenaetê ku hebûna hêzên Rûsyayê li hemberî bê sûd e.
Divê zext li rêveberiya Rûsyayê were kirin da ku rola xwe di rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker de bilîze.”
Hemîd El-Ebid bi bîr xist ku şandeyek ji eşîran bi fermandariya Rûsyayê re li baregeha Rûsya ya li Eyn Îsayê civiya.
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid tekez kir ku însiyatîf di destê gel de ye û nameya wî diyar e ku ew ê ji xaka xwe dernekeve û li hemberî her dagirkeran bisekine.