
Saziya Olî ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Iraq û Sûriyê tekez kir Divê Komkara Erebî û Yekitiya Oldarên Musliman, helwesteke cidî nîşan bidin û rê li ber destwerdanên wê bigirin.
Ji bo şermezarkirina êrişên li herêmê, Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Saziya Olî ya Minbicê re çalakiya konvedanê dabûn, destpêkirin.
Gelek şandeyên saziyên sivîl, leşkerî, rûspî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tev li çalakiyê bûn.
Di roja duyemîn û dawî ya çalakiyê de Saziya Olî daxuyaniyek da:
Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker bi rêya van êrişan, hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe.
Û bang li Komkara Erebî Û Konseya Ewlehiyê ya NY, hat kirin helwestê nîşan bidin, van êrişan rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin.