Çîn: Serdana Pelosi bo Taywanê wê encamên xwe hebin

Bala Çînê li ser Taywanê ye.
Amerîka jî di her fersendê de, rêveberiya Pekînê li ser pêkanîna êrişeke bû Taywanê hişyar dike.
Herî dawî derket holê ku Seroka Meclisa Nuneran ya DYA Pelosi li ser rêya Taywanê ye.
Piştî vê yekê Rêveberiya Çînê bertek nîşan da û got;
Eger serdan pêk were, wê encamên xwe yên cidî hebin.

Gotinên ku Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi wê serdana Taywanê bike, rastî berteka Çînê hat.

Çînê 25’ê Tîrmehê hişyarî da ku serdanek weha wê “encamên giran” hebe.

Ger Pelosi serdana Taywanê bike, ew ê ji sala 1997″an ve bibe serdanek herî bilind a Dewletên Yekbûyî ya Amerîkî bo giravê.

Lê Çîn Taywanê weke welatekî cuda nas nake û wê weke parçeyek ji xwe dibîne.

Ev gotegot ne tenê bo cihê berteka Çînê.

Hat ragihandin ku rêveberiya Serokê DYA Joe Biden hewl da ku Pelosî a 82 salî ji serdana Taywanê bide vegerandin.

Biden hefteya borî got,

“Artêş nafikire ku ew ramanek baş e.”

Koşka Spî di daxuyaniyekê de got:

“Gotinên Çînê ya li ser vê mijarê dûrî avaker û nepêwîst e.”

Ji bo Taywanê di raya giştî û kongreya Amerîkayê de, piştgirîyek xurt heye.

Pelosi, ku zêdetirî 35 sal in di Kongreyê de ye, bi helwestên xwe yên rexnegir ên li hember Çînê tê zanîn.

Wê heta niha ji ber binpêkirinên mafên mirovan her tim Pekîn rexen dikir.

Plana Pelosi ew bû ku di meha Nîsanê de serdana giravê bike.

Lê piştî ku testa xwe ya Covid-19 pozitîf derket, neçar ma vê serdana xwe paşve bixe.

Her çend wê hûrguliyên planê parve nekir jî, di axaftinek hefteya borî de bal kişand ser girîngiya nîşandana piştgirî ji Taywanê.

Back to top button