Rojeva sereke ya lîderan rewşa Ukrayna û Taywanê ye

Aloziya Taywan û Ukrayna di rojeva Pekîn û Waşîngtonê de ye.
DYA dixwaze kêmek jî be vê aloziya ji holê rake.
Bi vê armancê wê serokê Amerîka Biden bi hempişeyê xwe yê Çînê Xi Jinping re bi axive.

Rêveberiya Amerîka dixwaze dexta aloziya navbera xwe û Çînê de kêm bike.

Berdevkê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby doh rojnamevanan re got, rêvebirina pêşbaziya aborî ya di navbera her du welatan de jî dê bibe mijara nîqaşê.

Kirby derbarê mijarên ku wê bêne gotûbêj kirin de wiha got:

“Ji aloziyên li ser Taywanê, şerê li Ukraynayê û her weha pêşbaziya di navbera her du neteweyan û şêwazê herî baş yê rêvebirinê heye.”

Ji berdevkê wezareta derve ya Çînê Zhao Lijian, îro li Pekînê di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku hîna ev daxwaza peywendiyê ne hatiye piştrastkirin.

Rêveberiya Amerîka li ser rakirina bacê ya ji bo hinek kelûpelên Çînê ya ji bo bihêzkirina aboriya xwe dixebite.

Kirby anî ziman ku beriya hevdîtina bi rêya telefonî derxistina biryarê ya li ser mijarê nayê pêşbinîkirin.

Biden di axaftina xwe ya 25’ê Hezîranê de, qala hevdîtina xwe ya wê li gel Xi pêk were kir û got:

“Ew niha li benda minin.

Dema ev yek hate zelalkirin ez ê we agehdar bikim.”

Daniel Russel yê ku di dema serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama de wek dîplomatkarê payebilind ê welat ji bo Asyayê kar dikir, got;

Pirsgirêka Taywanê xwedan krîzek rastîn e.

Bêyî ku mekanîzmayek Amerîka-Çîn rê li ber mezinbûna şer bigire.

Russel wiha pê de çû:

“Em di demek xeternak de ne û ew li ser rêberên her du welatan e.”

Back to top button