Pakistanê…Ji ber baranên mûsonê heta niha 312 kes mirine

Li Pakistanê ji ber barana mûsonê bîlançûya qurbaniyan giran dibe.
Li gelek bajarên welêt di 24 saetên dawîn da ji ber barana zêde 14 kes mirin.
Bi vê yekê re jimara kesên ji ber baranên mûsonê mirine gihişt 312’an.

Ji niva Hezîranê ve, baranên mûsonê li seranserî welat bandora xwe daye hîskirin.

Li gorî nûçeya di çapemeniya neteweyî de hat ragihandin, barana zêde ya ku bi hefteyan e li gelek bajarên welêt dewam dike, bandoreke neyînî li jiyanê kiriye.

Li Karaçî di encama karesat û qezayên ji ber barana zêde rûdayîn de, 7 kesên din mirin.

Her wiha 4 kes bi elektrîkê jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gelek deverên bajêr banê gelek malan hilweşiyan, rê di bin avê de man.

Li gelek deveran elektrîk qut bûn.

Li seranserê eyaleta Sindhê ji ber nebûna elektirîkê welatî bertek nîşan didin.

Ji despêka baranên mûsonê yên ku meha Hezîranê despê kirî û heta niha 312 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Efxanistan…ji ber lehiya li eyaleta Nangarharê 5 kes mirin 10 jî birîndar bûn

Back to top button