Greva Lufthansa: Balafirgehên Almanya di nava bêdengiyê de man e

Li Almanya derbek mezin li şirketên rêveberiya balafirgehan ket. Ji ber bihabûna nirxê pêdiviyên jiyanî, xebatkarên balafirgehên Almanya dest bi grevê kirin.
Ji ber vê yekê jî tevî Frankfurtê bêtirî hezar seferên balafiran hatin rawestandin.
Daxwazên sendîkayên karkeran û şirketên rêveberiya balafirgehan ji hev pir durin.

Greva rojekê ya xebatkarên balafirgehê yên şîrketa hewayî ya Alman Lufthansa bi xwe re zêdeyî hezar seferên balafirê da betalkirin.

Fraporta ku balafirgeha herî mezin a Almanyayê, Balafirgeha Frankfurtê dixebitîne.

Berdevkê Fraporta ragihand ku ji 1160 seferên îro hatibûn plankirin 725 ji ber grevê hatin betalkirin.

Lufthansa hejmara seferên betalbûyî wek 646 eşkere kir.

Lêbelê, hejmara seferên betalkirî zêde bûne.

Sedema vê yekê firokeyên din hene ku alîkariyê ji karmendên Lufthansa werdigirin.

Berdevkê Fraportê diyar kir ku termînala 1 a balafirgeha Frankfurtê, bi giranî ji hêla Lufthansa ve tê bikar anîn.

Balafirgeh, ji saetên sibehê ve pir bêdeng e.

Ji ber ku firokexaneyên bajarên din, bi taybetî Munchenê jî ji grevê bandor bûn.

Hejmara seferên betalkirî yên li seranserê Almanyayê ji hezarî derbas bû.

Lufthansa diyar kir ku ji bo betlaneyên ku ji grevê bandor bûne “rojek xemgîn” e,.

Nêzî 20 hezar xebatkarên Lufthansayê li ser banga Verdî ku yek ji mezintirîn sendîkayên karkeran ê Almanyayê ye dest bi grevê kirin.

Verdî bi hinceta ku kar ji ber kêmbûna personelên li balafirgehan û rêjeya enflasyonê ya zêde ye, daxwaz dike ku sala bê mehane herî kêm 350 euro mûçeyên karkeran bê zêdekirin.

Li aliyê din Lufthansa vê daxwaza ku ji sedî 9,5 zêde bûye red dike.

Li gorî daxuyaniya şirketa Lufthansa ji bo salê mayî 150 euro, di meha Çile de 100 Euro û di nîvê sala 2023’an de ji sedî 2 zêdebûnek pêşniyar kiribû.

Alî wê 3’ê Tebaxê careke din têkildarî mijarê bicivin.

Back to top button