Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad, şehîdên komkujiyên Qamişlo, Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn û soza tolhidana ji bo şehîdan û derxistina dagirkeriya dewleta Tirk ji herêmê dan.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiyên Qamişlo, Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn.
Di destpêka daxuyaniyê qala komkujiyê hat kirin û wiha hat gotin:
“Em îro salvegera 9’emîn a komkujiya Til Hasil û Til Eranê bi bîr tînin.
Ew komkujî ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra, Lîwa Tewhîd, Ehrar El-Zawiyê û komên girêdayî Meclisa Nîştimanî “Azadî û Selaheddîn” ve pêk hat.
Di encamê de bi dehan zarok, jin û şêx bûn qurbanî.
Ev temsîla hişmendiya qirker û tunekirina gelê herêmê dike, ji ber ku ev komkujî bi naverok û şiklê xwe û heta armanca xwe, girêdayî kiryarên terorîstan e.
Di 27`ê Tîrmeha 2016`an de jî çeteyên DAIŞ’ê bi kamyonekê bajarê Qamişlo kir armanc, di encamê de bi dehan kes şehîd bûn.
Em ê tola şehîdên xwe hilînin û heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîn armancê şoreşa gel, têbikoşin.”
Rêveberiya Xweser bang li hemû hêzên li Sûriyê û NY`yê kir ku helwestekê li hemberî kiryarên dewleta Tirk nîşan bidin.
Rêveberiya Xweser di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdên Til Hasil û Eran, Qamişlo û tevahiya şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.
Cebhet El-Ekrad: Em ê dewleta Tirk a dagirker ji xaka xwe biqewitînin
Fermandariya giştî ya Cebhet El-Ekrad jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de behsa komkujiyê hat kirin û wiha hat gotin:
“Di vê rojê de hêzên terorîst li dijî vîna gelê herêmên Şehbayê li hev kirin û komên tundraw ku ji 21 koman pêk dihatin tevî Cebhet El-Nusra û Lîwa El-Tewhîd û bi destekdayîna îstîxbarata Tirkiyê, ev komkujî pêk anîn û mal û milkên şêniyên talan kirin û ew koçber kirin.
Heta niha jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyan li dijî sivîlên li Şehba, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî didomîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de soza parastina hemû pêkhateyên herêmê û rakirina tola şehîdan hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ê tola şehîdên xwe hilînin, Em sozê didin gelê xwe ku em ê heta serketinê rêya azadiyê bidomînin û dagirkeriya Tirk ji xaka xwe biqewitînin.”