Mûrad Karayilan: Dewleta Tirk eşkere li dijî Rojava şer ragihandiye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan êrişên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxand. Karayilan ragihand ku rêjîma mêtînger a Tirk eşkere li dijî Rojava şer ragihandiye û got, “Mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî yê bersivdayînê heye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di hevpeyvîna xwe a li gel Radoya Dengê Welat de, êrişên li dîjî Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Karayilan civîna Erdogan, Reîsî û Pûtîn ya li Tehranê bi bîr xist û got;

Xuya ye ku dewleta Tirk bi rêbazeke fermî, destûr ji hêzên navneteweyî negirtiye. Eger bi dizî hin peyman çêkirine, ew tiştekî cuda ye.

Tişta zelal ew e ku Tirkiyê li dijî Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûrî şer ragihandiye.

Şer nayê wateya ku leşker ji bejahiyê êrîş bikin. Na; niha şerê siyasî û dîplomatîk dimeşîne. Bi dronan êriş dike.

Rojane gundên Şehba, Cizîr, Kobanê û Eyn Îsa topbaran dike. Yanî ev şer e.

Helbet eger ewqas êriş bike wê hêzên li wir jî bersivê bidin.

Li gorî me divê Rêveberiya Xweser, QSD û hêzên din ên Bakur-Rojhilatê Sûriyê vê rastiyê bibînin.

Yanî divê ti kes nefikire ku dewleta Tirk wê bi hêzeke zêde êrîş bike.”

Mûrad Karayilan: Bê dengiya koalîsyonê, erêkirina êrişan e

Karayilan derbarê êrişa li dijî her sê fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan û hevalên wê de jî ev tişt anî ziman;

“Dewleta Tirk her rojê li dijî fermandarên ku DAIŞ têk birin êrîşan pêk tîne.

Herî dawî jî hevala Jiyan Tohildan û hevrêyên wî hatin şehîdkirin.

Bala xwe bidinê; Jiyan Tolhildan kî ye?

Fermandarek e ku 10 sal in li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Ew fermandara hêzên YAT’ê ye. Ev hêza taybet li dijî terora DAIŞ’ê hatiye organîzekirin û bi berdewamî ligel hêzên Koalîsyonê tevdigere.

Eger li hemberî şehîdkirina vê fermandarê Koalîsyon jî bêdeng e, ev tê wê wateyê ku ew jî hevkar in.

Yanî hevaleke wan ê ku her roj pê re dixebitin şehîd dibe û ew jî bê deng dimînin.

Li hemberî van êrişan mafê QSD’ê yê bersivdayînê û tolhildanê heye.

Lê ger rasterast were kirin, wê weke şerekî sînorî yê dewleta Tirk dixwaze, bê fêmkirin.”

Mûrad Karayilan: Mafê gelê Rojava yê bersivdayîna êrişan heye

Mûrad Karayilan da zanîn divê hêzên Rojava bi raya giştî û wan hêzan bidin fêmkirin; wê demê yan divê ev êrîş bên rawestandin yan jî bersiv bê dayîn û bi van gotinan bi dawî kir;

“Di serî de siyasetvan û pêşengên Bakur û Rojhilatê Sûrî, divê her kes li hemberî êrişên dewleta Tirk xwedî helwest be.

Li aliyê din divê fermandar, şervan û gelên Rojava jî xwe nekin hedef.

Divê xwe biparêzin û wisa tevbigerin. Rewşa awarte vê yekê ferz dike.”

Back to top button