HPG’ê: Li Zap û Metîna 36 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê bi rêbazên Tîmên bi Tevger rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin. HPG’ê ragihand di çalakiyên li herêmên Zap û Metînayê de 36 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn. Her wiha derb li helîkopterekê hat xistin û 2 dron jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyan hesab ji êrişkarî û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker distîne û derbên giran li dagirkeran dide.

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 26’ê Tîrmehê li Qada Çemço Tîmên Gerok yên gerîla ji sê aliyan ve li hêzên dagirker xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên Şehîd Adil ve werin.

Di encama van çalakiyan de 13 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirkerên ku li nava erazî belav bûn careke din bûn hedefa hêzên gerîla û derb li wan hate xistin.

Dîsa heman rojê 2 dronên ku li ser qada Şehîd Adil digeriyan hatin xistin û rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 24’ê Tîrmehê li hêzên dagirker ên li Girê Şehîd Şoreş ê bi ser Qada Hekarî ve hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.

25’ê Tîrmehê li Girê Hekarî bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ve werin.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Piştî vê çalakiyê derb li helîkopterekê hate xistin ku hewl dida qadê bombebaran bike.

Dîsa heman rojê li Girê Hekarî bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin û 6 dagirker hatin cezakirin.

26’ê Tîrmehê dîsa li Qada Girê Hekarî di nava rojê de çend caran li hêzên dagirker hate xistin. Di encama van çalakiyan de 10 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

27’ê Tîrmehê jî li Girê Amediyê di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya gerîlayên YJA Starê de dagirkerek hate cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 26’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 15 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi top û hawanan qadên berxwedanê bombebaran kirin.

Back to top button