Li Kobanê îro bi merasîmekê cenazeyên du şervanên QSD’ê Serdar Herco û Mihemed Hemê li Goristana Şehîd Dicle hatin oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Kobanê serê sibê li Goristana Şehîd Dicle kom bûn û cenzayên şervanên QSD’ê Serdar Herco û Mihemed Hemê ku li rojavayê Girê Spî Şehîd bûn oxr kirin.
Di merasimê de endamê Meclisa Girê Spî Riyad El-Xelef, Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto û endama Kongra Star Letîfe Silêman Axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin li ser lehengî û berxwedaniya şehîdan li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û soza şopandina rêya wan hate dayîn.
Piştî xwendina wesîqeyên şehadeta her du şehîdan, radestî malbatên wan hate kirin, welatiyan bi dirûşme û tililiyên şehîdên xwe spartin axê.