PUTIN: ÇETE JI IDLIBÊ BERÊ XWE DIDIN LÎBYAYÊ

Ev demeke, mijara destwerdana dewleta Tirk a dagirker nava aloziya Lîbyayê, ketiye rojevê. Rêjîma ku AKP serkêşiya wê dike, piştî ku Îslama wê li Misir û Sudanê bi bin ket, niha berê xwe daye Lîbyayê. Dixwaze projeya xwe ya Îxwanî derbasî wir jî bike, lê ev yek rastî şermezarkirin û redkirinê tê. Hem ji hundir ve, weke daxuyaniya endamê perlemana Lîbî, û hem jî ji derve, weke daxuyaniya serokê Rûsyayê Putin. 

Serokê Rûsyayê Vladmir Putin metirsiyên xwe der barê herikîna çeteyan ji Idlibê ber bi Lîbyayê ve nîşan da.
Her wiha der barê rewşa kambax a Lîbyayê jî, Putin hişyarî da.
Daxuyaniyên Putin di hevdîtina wî bi Serok Wezîrê Îtalyayê re derketin holê.
Putin li ser girîngiya agirbestekê navbera aliyên şerker li Lîbyayê teqez kir.
Duh roja Pêncşemê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi Serok Wezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte re civiya.
Putin di hevdîtinê de der barê herikîna çeteyan ji Idlibê ber bi Lîbyayê metirsiyên xwe nîşan dan.
Di civîna çapemeniyê de, Putin hêvî kir ku aliyên şerker li Lîbyayê agirbestekê ragihînin.

ENDAMEKÎ PARLAMANA LÎBYAYÊ: TIRKIYE ÇETEYAN BER BI LÎBYAYÊ VE RÊ DIKE

Têkildarî mijarê, endamê perlemana Lîbyayê yê bajarê Tabreg Elî El-Se’êdî El-Gaydî teqez kir ku veguhestina çeteyan ji Idlibê ber bi Lîbyayê bi riya dewleta Tirk, ne tiştekî nû ye.
El-Gaydî ji ajansa Sputnik re axivî û wiha got:
“Ev demeke dirêj e, Tirkiye çeteyan ber bi Lîbyayê ve bi rê dike da ku şerê Artêşa Netewî ya Lîbyayê bikin.”
Hêjayî bîrxistinê ye, aloziya navbera Lîbya û Tirkiyê, piştî gefên Artêşa Netewî ya Lîbyayê ya hedefgirtina keştî û baladirên Tirkan, kûr bû.

Leave a Reply

Back to top button