Ferhad Şiblî li Silêmaniyê hat bîranîn

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şehîd Ferhat Şiblî di çil rojiya şehadeta wî de bi merasimekê bibîranî.

Malbatên şehîdan, kesayetên naskirî û welatparêzan tevlî merasimê bûn.

Li ser navê Nûnertiyê, Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd daxuyanî xwend û got: “Dewleta Tirk a dagirker hemû zagonên navdewletî binpêdike û rojana li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebarankirin.

Îro jî hemû rojan zêdetir pêwîstî bi yek helwestî û yekrêzıyê heye dı nava gel û pêkhateyên herêmê de.

Herî dawî Swêd bang li Hikûmeta Herêmê û Iraqê kir ku bi erka xwe rabin.

Li Germiyan ji bo Şiblî û hevrêyên wî 30 şitlên daran hatin çandin

Bi heman boneya çilrojiya şehadeta Ferhad Şiblî û sê rêhevalên wî, ji aliyê Tevgera Azadî ve li bajaroka Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê şitlên daran hatin çandin.

Endamê Tevgera Azadî Cuma Kerîm got, “Îro li Germiyanê wek rêzgirtinek li xebat û têkoşîna Şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî, me 30 şitlên daran çandin.”

Back to top button