Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, çalakiyên bi bandor yên gerîlla dewam dikin.
Gerîlayên li herêma Mamreşo ya Avaşînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist.
Tê de 3 leşker û 4 kontra hatin kuştin.
Li gorî ajansa ANF gerîla 25’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê çalakiyek lidarxistin.
Hat zanîn ku di çalakiyê de 3 leşker, 4 kontra; bi tevahî 7 dagirker û hevkar hatine kuştin.
Hat diyar kirin ku gerîlayan, dest daniye ser gelek çek û alav û amûrên leşkerî.