Dr. Azad Reşo: Rewşa birîndareke êrişa Til Rifetê giran e

Êriş li derdora Şehba û Til Rifet jî dema dawî zêde bûne.
Berî du rojan bi dronan, dewleta Tirk 6 kes birîndar kirin.
Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo der barê rewşa wan de agahî dan û ragihand birîndarek ji wan di rewşeke xerab de ye.

Azad Reşo da zanîn ku ji ber topbarana li ser Til Rifetê 6 jin birîndar bûn û got :

“Yek ji wan ji ber birîna wê ya giran, ji nexweşxaneyên Helebê re hat rakirin.

Ew birîndar di lingê xwe yê rastê de birîndar bûbû û pêwîstiya wê bi niştergeriyê heye.”

Azad Reşo destnîşan kir ku armanc vê van êrişan tirasndina şêniyan û valakirina herêmê ye.

Û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku hovîtiya dagirkeriya Tirk bisekînine.

Back to top button