Şêniyên herêmê Ferhad Şiblî li ser gora wî bi bîr anîn

Duh çilrojiya şehadeta şehîd Ferhad Şiblî bû.
Bi sedan şêniyên herêmê şehîd Ferhad Şiblî li ser gora wî ya li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî.

Malbata şehîd Ferhad Şiblî, ji bo bîranîna wî merasîmek li Goristana Şehîd Xebat Dêrik li dar xist.

Di merasîmê de Hevseroka PYD Asya Abdullah.

Asya Abdullah diyar kir ku Hovîtiya dewleta Tirk îsrara me ya berxwedanê zêde dike.

Cîgirê hevserokatiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gebrîyel Şamon jî soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Dawiyê beşdaran baxên gulan danîn ser gora şehîd Ferhad Şiblî.

Têkoşer Ferhad Şiblî di 17`ê Hezîrana borî de li herêma Kelara ya parêzgeha Silêmaniye di êrişa balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.

Back to top button