Mosko: Artêşa Ukrayna pira sereke ya bajarê Xîrsonê hilweşand

Şerê li Ukrayayê 5 meh li pey xwe hiştin.
Artêşa Ukraynayê hewl dide bajarê Xîrsonê ji kontrola hêzên Rûs rizgar bike û ji bo wê êrişên xwe zêde kirin.
Mosko jî îdîa kir ku artêşa Ukaynayê beşeke mezin ji pira sereke ya bajêr rûxandiye.

Xîrson yek ji wan bajarên herêma Başûr a destpêka êrişê ket bin kontrola hêzên Rûsyayê.

Û niha artêşa Ukraynaya dixwaze vî bajarê rizgar bike.

Serokê welat Zelensky jî beriya çend rojan diyar kiribû ku ew di mijara rizgarkirina Xîrsonê de bi biryar in û hêza wan ji bo vê heye.

Di rewşa heyî de di navbera hêzên Rûs û yekîneyên artêşa Ukraynayê de tenê çend kîlometre mane.

Rayedarên Mosko ragihand ku hêzên Ukrayan beşeke mezin ji Pira Antonovsky hilweşandine.

Ji ber ku ev pir yekane rêya derbasbûna alîkariyên mirovî ye, tê payîn ku rewşa xelkê li bajêr zehmet bibe.

Rayedarên Rûs diyar kirin ku eger pir bi temamî hilweşe, ew ê pirên leşkerî yên gerok bikar bînin.

Back to top button