Der barê êrişên li ser herêmê Hesen Koçer; alîkarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser nirxandin kir.
Hesen Koçer piştrast kir eger êrişeke din a dagirkirinê li ser herêmê çêbibe, wê ne weke yên berê be, ew ê bi hêza xwe li ber xwe bidin û tekez bi ser bikevin.
Alîkarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer li ser komkujî, gef û êrişên dawî yên dewleta Tirk ji ajansa Firatê re nirxandin kir.
Hesen Koçer anî ziman dewleta Tirk dixwaze Kudan qir bike û gelên din jî bi heman rengî armanca êrişan e.
Hesen Koçer: Tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike niha dewleta Tirk dike
Hesen Koçer behsa Komujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê jî kir û da zanîn tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike, dewleta Tirk dike û êdî di her alî de sînor derbas kirine.
Hesen Koçer: Bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk erêkirin
Hesen Koçer armancgirtin û şehîdxistina Fermandar Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê bi bîr xist û li vir behsa helwesta neyînî ya Koalisyona Navdewletî kir.
Hesen Koçer: Em ê bi hêza xwe li ber xwe bidin û tekez bi ser bikevin e
Dawiya nirxandina xwe Hesen Koçer piştrast kir şerê ku bibe, wê ne weke yên berê be û tekez kir ew ê bi berxwedanê bi ser bikevin.