Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê: Tirkiye bi van êrişan dixwaze gel bê îrade bike

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed li ser armancgirtina Fermandar Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê dibêje:”Bi armancgirtina van şervanan, dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne.”
Der barê êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê jî, Fermandar Newroz Ehmed peyama xurkitina asta têkoşînê da.

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed der barê şehadeta hersê fermandarên YPJ’ê, gef û êrişên dewleta Tirk ên dawî li dijî herêmê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Newroz Ehmed destpêkê behsa hedefgirtina Fermandar Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan kir û anî ziman ku Tirkiye ji ber lewaziya xwe van êrişan pêk tîne.

Newroz Ehmed dibêje Tirkiyê bi rêya armancgirtina pêşengên civakê dixwaze gel bê îrade bihêle, lê berevajî wê, gel bi hêztir dibe.

Newroz Ehmed: Dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê rake

Fermandar Newroz Ehmed da zanîn ku yek ji rmancên TIkriyê yên sereke ji êrişên wiha, rakirina tola DAIŞ’ê û lewazkirina têkoşîna li dijî wê ye.

Newroz Ehmed: Em ê têkoşînê xurtir bikin û tola şehîdan rakin

Dawiya nirxandina xwe, Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed li dijî gef û êrişên Dewleta Tirk peyama xurtkirina asta têkoşînê da.

Back to top button