SANA: Artêşa Sûrî ji bo bersidayîna êrişên Tirkiyê amade ye

Piştî ku encam ji civîna Tehranê bi dest nexist, rêjîma Tirk careke din gefên xwe yên êrişa li dijî Bakurê Sûriyê dûbare kir.
Artêşa Sûrî jî ragihand ew amade ne bersivê êrişên dagirkeriya Tirk bidin.

Rojên dawî rayedarên dewleta Tirk, gefa êrişa dagirkeriya li dijî Bakurê Sûrî dûbare kir.

Li gorî wan ev êriş dikare di nava demeke kurt de destpê bike.

Li hemberî van gefan, artêşa Sûrî daxuyaniyek da.

Ajansa Nûçeyan a Sana daxuyaniya fermandariya giştî ya artêşa Sûrî parve kir.

Di daxuyaniyê de artêşa Sûrî gefên rayedarên Tirk weke hewldanên provakosyonê binav kir û got;

Hêzên me ji her alî ve amade ne ku bersivê bidin êrişeke dijminane ya gengaz wê rêjîma Tirk pê rabe.

Fermandariya Artêşa Sûrî ragihand ku demên dawî hêzên Tirk êrişên xwe li dijî navendên wan zêde kirine û got;

Rêjîma Tirk û rêxistinên wan ên terorîst li derdora deverên dagirkirî bi top û çekên giran êriş dikin.

Bi taybet jî li herêmên Hesekê, Heleb û Reqayê.

Hêzên me li hemberî êrişên dijmin amade ne.

Back to top button