Mihemed Ebas: Êrişên li dijî gerîla li dijî tevahî gelê Kurd in

Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas da zanîn ku bi berxwedana gerîla rê li ber dewleta Tirk hatiye girtin ku tevahiya Iraqê dagir bike.

Mihemed Ebas, diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan bi her awayî hewl dide nasnameya Kurdî tune bike.

Ebas der barê planên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê de jî ev got :

” Dewleta Tirk bi planên xwe yên dagirkirina tevahiya Kurdistanê, dixwaze tevahî Rojhilata Navîn dagir bike.

Siyaseta Tirkiyê ya dagirkirinê wê bi berxwedana gelê Kurd têk biçe.”

Mihemed Ebas tekez kir divê gelê Kurd bizane ku ev şerê hebûnê ye, êrişên li dijî gerîla, li dijî tevahiya gelê Kurd in.

Û dawiyê bang li partiyên siyasî jî kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bibin yek.

Back to top button