ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 4 SIVÎL JI NAVÇEYA CINDIRÊSÊ REVANDIN

Li gel binpêkirinên rojane ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin.

Artêşa tirk a dagirker bi çekên giran û bi dehên topan gundê Marenaz a navçeya Şera topbaran kir

Li aliyekî din Artêşa tirka a dagirker û çeteyên wê li navçeya Cindirês bi ser Gûndê Tilsilurê de girtin û 4 kes revandin.
Navê kesên ku hatin revandin jî wiha ne:
Ehmed, mihmed, faysal, mihmed Nûr.
Li gel topbaran û biserdegirtina malan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata û bi taybet li gundê Birmice agir berdan bexçeyên zeytûnan ên sivîlan.
Çavkaniyan ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk nedihiştin kes nêzî agir bibie û vemirîne.

GUNDÊ MARENAZ LI NAVÇEYA ŞÊREWAYÊ TOPBARAN KIR

Li gorî agahiyan dewleta Tirk a Efrîn dagir kiriye, gundê Marenaz a girêdayî Şêrewayê bi dijwarî bombe dike.
Têkildarî encamên bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Leave a Reply

Back to top button