Profesorê Kolombî Victor De Currea Lugo: Şoreşa Rojavayê Kurdistanê serkeftinek mezin e

Profesorê Kolombî Victor De Currea Lugo li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir.
Victor şoreş bi serkeftineke mezin binav kir û ew ji cîhanê tevî re mînak nîşan da.

Ji ber serkeftina projeya Rêveberiya Xweser û dengvedana wê li ser asta cîhanê, gelek polîtîkayên reşkirinê jî ji aliyê dijminên vê projeyê ve hatin meşandin.

Ji bo naskirina vê projeyê û xebatên wê ji nêz ve, gelek şande û kesayetan serdana herêmê kirine û heta niha jî serdan dikin.

Ji wan, profesorê Kolombî Victor De Currea Lugo ye.

Ew jî ji wan kesan e ku der barê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şaş hatiye agahdarkirin.

Profesorê Kolombî sala 2019’an ji bo naskirin şoreşa Rojavayê Kurdistanê serdana herêmê kiriye.

Bi boneya salvegera 10. a şoreşa 19’ê Tîrmehê, Prof. Victor ji ajansa Hawarê re nirxandin kir, ev şoreş bi serkeftineke mezin bi nav kir û got:

”Min gelek agahiyên şaş der barê Kurdan de bihîstin.

Ji bo min yek ji metirsiyên herî mezin li Amerîkaya Latîn nebûna agahiyan bû.

Heta hin pispor hene Rojava û gelê Kurd reş dikin.

Min bi rêya pirtûkan û nîqaşên akademîk bi têkoşîna Kurd dizanî.

Sala 2013’an cara yekemîn li Amedê min Kurd nas kirin.

Piştre ez çûm Başûrê Kurdistanê û sala 2019’an jî min serdana Rojava kir.

Ez li bajarên wê mîna Kobanê û Amûdê jî geriyam.

Tişta min li Rojava dît ew bû ku gelê Kurd û hemû gelên din bi hev re dijîn.

Ji bo min gelekî girîng bû ku şahidiya têkoşînê, bi taybetî jî têkoşîna jinan bikim.”

Şoreşa Rojava ji hemû cîhanê re bû mînak .

Profesorê Kolombî Victor De Currea Lugo: Tirkiye gelek sûc li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne

Li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî şoreşa 19’ê Tîrmehê jî Currea Lugo nerazîbûn nîşan da û ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk dixwaze sîstemeke yekalî ava bike.

Ev tê wê wateyê ku kêmneteweyan tune bike û zilmê li wan bike.

Pirsgirêka herî mezin ew e ku Tirkiye ne bi tenê ye, desteka NATO’yê û Neteweyên Yekbûyî jê re heye.

Tirkiyê gelek sûc li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk anîne.

Civaka navneteweyî rêzê ji serweriya qanûn û rêgezên navneteweyî re nagirin.

Ji ber wê jî Tirkiyê van êriş sûcan pêk tîne.

Dawiyê, Prof. Victor De Currea Lugo tekez kir zextên ku li hemberî Kurdan tên kirin, hemû bi armanca qirkirina wan e.

Back to top button