CAMES CEFFREY: DIVÊ ELMANIYA HÊZÊN XWE LI HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BICIH BIKE

Nûneryê taybet yê DYE li Sûriyê Cêmis Cêfirî ji welatê Elmaniyayê xwest ku hêzên xwe li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bicih bike û piştgiriyê bide QSD’ê.

Cêmis Cefrey ji rojnameyeya Vîlt Îm Sonyaj a Elman re axivî.
Cêmis Cêfirî ji welatê Elmaniyayê xwest ku hêzên xwe bişîne herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Cefrîy ji bo piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk li dijî şaneyên razayî, ji Elmaniyayê xwest ku hêzên xwe li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bicih bike.
Cêfrî destnîşan kir ku divê Elmaniya pisporên lojistîk û girûpên perwerdeya leşkerî û karmendên Bon-disfîr ango artêşa Elman ji herêmê re rê bike.
Cêfirî pêşbîn kir ku het dawiya vê mehê bersiv ji Elmaniyayê dê were.
Beriya mehekê jî komara Elmanî Dîr Şbîgil ragihandibû ku Emerîka û Elmaniya pilan dikin ku ji bo parastina ewlehiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî hêzên Elmanî li herêmê bicih bikin.

Leave a Reply

Back to top button