Kompaniya Newroz a Bazirganiyê ya girêdayî Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, 2 markêtên din li Qamişlo vekir.
Li ser daxwazên zêde ya xelkê li Qamişlo 2 markêtên din hatin vekirin.
Yek li tax Xerbî û ya din jî li taxa Qinat Swês.
Niha li Qamişlo 3 markêtên kompanya Newroz û bi giştî li ser asta Herêma Cizîrê 14 hene.
Di van markêtan de hemû pêdiviyên malan ên sereke weke xwarin û paqijî tê dîtin.
Kel û pelên tê de jî bi bihayekî erzan tên firotin.
Li her herême û bajarekî Bakur û Rojhilatê Sûrî, şaxên vê kampaniyayê hene.
Kompaniyayê xebatên xwe bi ‘Rewşa Awarte’ re kiriye yek.
Hevserokê Kampaniya Newroz ê Bakur û Rojhilatê Sûrî Ciwan Şûkrî, dibêje armanca me ew e di rewşeke aborî ya zehmet de bi gel re alîkar bin.