Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî: Êrişên artêşa Tirk wê têkoşîna me a parastinê asteng neke

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlum Ebdî têkildarî êrişa artêşa Tirk a li herêma Eyn Îsayê peyamek weşand û got;
Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide xebatên me ên parastin û peydakirina aramiyê, ji holê rabike.
Ev êriş wê têkoşîna me a parastinê asteng neke.

Fermandarê QSD’ê Mezlum Ebdî di peyama xwe de dibêje;

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk vê sibê li herêma Eyn Îsayê, erebeyeke berpirsên Ewlekariya Hundirîn kir armanc.

Endamên di wê erebê de berê xwe didin Kampa Penaberên Girê Spî.

Saziya Ewlekariya Hundirîn bi erka parastina bajaran, rêxistinên sivîl, kampên penaberan û girtîgehên DAIŞ’ê radibe.

Êrişa li dijî vê saziyê tê wateya têkbirina aramiya herêmê.

Mazlum Ebdî bi bîr xist ku dewleta Tirk ji 20’ê Tîrmehê ve êrişên xwe zêde kirine û got;

Di van êrişan de 9 şervanên QSD’ê, 4 endamên Ewlekariya Hundirîn û 13 sivîl bûn armanc.

Ti êriş li hemberî têkoşîna me a parastina gel û xakê wê nebe asteng.

Back to top button