Li Afrîka Rûsya, Amerîka û Fransa li pey piştevaniyê ne

Bandora şerê Ukrayna, girîngiya welatên rojhilat û rojava ya bo Afrîka derxistiye pêş. Rûsya, Amerîka û Fransa bala xwe dane ser Afrîka. Pisporên navnetewî jî dibêjin, piştî “Şerê Sar” pêşbaziya herî dijwar ya li parzemînê pêk tê.

Li parzemîna Afrîka trafîkek zêde ya dîplomasiyê tê meşandin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron vê hefteyê serdana welatên cuda yên Afrîkayê dikin.

Seroka Dezgeha Pêşkeftina Navdewletî ya Amerîkî Samantha Power, heftiya borî li Somalî û Kenya re peywendî pêk anî.

Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield jî wê hefteya bê biçe Gana û Ugandayê.

Serokê rêxistina Democracy Works (Demokrasî pêk tê) William Gumede, li ser van serdanan wiha şîrove dike:

“Li Afrîkayê şerekî sar yê nû diqewime.

Partiyên dijber hewl didin ku bandorê bi dest bixin.”

Rûsya lez daye tevgera xweya li Afrîka

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov, ji ber bihabûna nirxê xwarinê ya li seranserê cîhanê welatên Rojava tewambar dike.

Ji aliyê din ve, rêberên rojava Kremlîn tawanbar dikin ku xwarinê wekî çekekê bikar tîne.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi salan li Afrîkayê li piştevaniyê digere.

Rûsya hewl dide ku dostaniya nîv sedsal berê ku li nava Afrîka ava kiribû vegerîne.

Herî dawî bandora welatên Afrîka ya di meha Adarê bû şermezarkirina êrişên Rûsya li ser Ukrayna de diyar bû.

Di demekê ku 28 welatên Afrîka êriş şermezar kirin de 25 ji wan bêalî man.

Lavrov hefteya borî serdana Misir, Kongo, Uganda û Etiyopyayê kir.

Wezîrê Rûsî li wir careke din soza piştevaniyê bo van welatan da.

Rûsya ji bo pitşevaniya dixwaze werbigre çapemeniya xwe xistiye tevgerê.

Ji bo vê yekê jî weşana RT hatiye destnîşankirin.

Macron, Rûysya hêzeke mitîngeh e

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di gera xwe ya Afrîqayê de Kremlîn bi wê yekê tawanbar kir ku bi rêya kanalên televîzyonê yên wekî RT propagandaya şer dike.

Macron her wiha got,

Kremlîn bi astengkirina hinardekirina genim ji Ukraynayê, gefê dixwe.

Macronê piştî serdana li Kamerûnê çû Benînê û wiha got:

“Ji ber ku li Ukraynayê genim asteng dikin reş dikin.”

Macron bang li Afrîkayiyan kir ku li dijî Rûsyayê bisekinin.

Back to top button