ARMANC NE PKK YE ARMANC BI GIŞTÎ DAGIRKIRINA BAŞUR E

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser başurê Kurdistan û helwesta PDK’ê gel bi hêrs e. Şêniyên Biradostê bang li PDK’ê kir û got: Divê hikûmeta heremê li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemîne. Hincet wek PKK nîşan didin, lê armanc Kurd in. Buyera Kortekê ispata vê ye.

Li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Başurê Kurdistan şêniyên Herêma Bradost nerazîne û xwedî bertekin.
Yek ji van xelkê Bradostê Emîr Tahîr e.
Emîr Tahîr nerazîbûna xwe wiha tîne ziman:
Dewleta Tirk çend salin dijmintiya herçar parçeyên Kurdistanê dike.
Armanca Tirkiyê hemû Kurd in. Me dît ku çawa li Binarê Qendîlê malbatek kuştin.
Mixabin heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûye xwedî helwestekî dilxweşiyê.
Tirkiye van operasyonan ji bo dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê dike.

ŞÊNIYÊN BIRADOSTÊ:
EM JÎ KURDIN, DIVÊ PDK LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ XWEDÎ HELWESTBE

Herwiha Ehmed Hacî ku yek ji kesayetên Biradost e, derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û helwesta PDK’ê wiha axivî:
Biradost bêxwedî kirine. Em nikarin ji malên xwe derkevin.
Tevî ku herêmeke sivîle û ti kesek ji me çekdar nîne jî, timî balafirên keşfê li ser me digerin.
Ji bo çi PDK bêdeng e, ma em ne xelkê vî welatî ne? Em jî Kurd in.
Em dixwazin bi aramî bijîn, karê çandinî û lawirvaniyê bi azadî bikin.

Leave a Reply

Back to top button