Almanya: Tifaqa Enqere û Atîna têk nebin

Ji Almanyayê ji Enqere û Atînayê re hişyariya “Îtîfaqê perçe nekin” hat dayîn. Wezîra Karê Derve yê Almanyayê Baerbock berî serdana xwe ya ji bo Yewnanîstan û Tirkiyê ew welat hişyar kirin. Baerbock teqez kir ku divê pirsgirêkên di navbera her du hevpeymanan de bi diyalogê bên çareserkirin.

Wezîra Karê Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock beriya serdana xwe ya 3 rojî ya bo Yewnanîstan û Tirkiyê bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê.

Annalena Baerbock destnîşan kir ku li hemberî tehdîda Rûsyayê yekîtiya di navbera hevalbendên Ewropayê da ji her demê zêdetir girîng e û wiha got:

“Tekane pilana rûsya ne ewe ku Ukrayna çong deyne.

Di heman demê de, armanca wî bikaranîna hemû derfetên di destê wî de ya ji bo têkbirina tifaqa me ye.”

Baerbock beriya serdana xwe ya Atîna daxuyaniyek da û diyar kir ku di hevdîtinên xwe yên li Stenbol û Atînayê de wê ewlekariya herêma Derya Spî bibe rojeva girîng û ev tişt anî ziman:

“Peyama me ew e ku pirsgirêk bi danûstandinan bên çareserkirin. ”

Bi serdana xwe ya îro li Atînayê, Baerbock wê beşdarî çalakiyek bîranîna qurbaniyên dagirkeriya Naziyan di Şerê Cîhanê yê Duyemîn a kampa penaberan a li nêzî Atînayê bike.

Her wiha tê plankirin ku bi nûnerên ajansa parastina sînor a YE’yê Frontex re jî hevdîtinek pêk were.

Wezîra Alman wê roja Înê bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis û Serokwezîrê Yewnanîstanê Nikos Dendias re jî bicive.

Piştre jî wê biçe Stenbolê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bicive.

Tê pêşdîtin ku Baerbock di serdana xwe de roja Şemiyê li gel aliyên mixalîf yên li Tirkiyê jî bicive.

Yek ji mijarên nakok yên Berlîn û Enqere li ser heman nafikirin jî pêkanîna oparasyonek nû a dagirkeriya li Sûrî ye.

Ev mijar jî di nav de wê çend mijarên ku rêveberiya van welatan li ser ne xwedî heman fikrîne jî nîqaş bikin.

Sefera plankirî ya Annalena Baerbock a di Hezîranê de bo Yewnanîstan û Tirkiyê ji ber nexweşiya Covid-19ê ya Wezîr hatibû betalkirin.

Back to top button